Ebû Henîfe Dînewerî, zanyar û fîlozofê Kurd e. Beriya 1000 salan dîroka kurdan nivîsandiye û nexşeyê (xerîte) Kurdistanê çêkiriye. Li ser 16 beşên zanistî pirtûk nivîsandine. Mirovek pir hêja, jîrek û serkeftî ye. Digel nasnameya xwe ya Îslamî, xwedî hişmendiyeke Aryen û Kurdane bû.
Nivîskar: Bedel Boselî
Ji ber ku wê heyamê zimanê zanistê Erebî bû, wî pirtûkên xwe bi erebî nivîsandine; Digel vê yekê wî Kurdayetî, çand û dîroka Kurdistanê piştgûh nekiriye.
Ebû Henîfe Dînewerî sala 828’ê ji dayik bû. Û sala 896’ê çû ber dilovaniya xwedê. Li Dînewer hatiye dinê.
Dînewer li Rojhilata Kurdistanê bi Bajarê Kîrmanşanê ve girêdayî ye.
Ji zankoya Harvardê Prof. Izady dibêje: “Di dîrokê de nûwazetirîn û jîrektirîn kurd e. Di nav civata Îslamê de zanayê baştirîn e“.
Taybetiya wî ya herî girîng ew e ku ji aliyê zanistê ve piralî ye. Berhemên wî li vê demê jî çavkaniyên giring in. Ji yekemîn kitêbên wî yek jê Dîroka Binyat û Nesebê Kurdan e.
Belê digel ûmetparêziya Îslamî wî gelê xwe yê Kurd parastiye û nêzîkbûna wî kurdewar e jî.
Ji ber ku mirovek kurdewar bû, serdestên cîhana Îslamî giringî nedidan pirtûk û xebatên wî, ji pêş çavên civakê vedişartin. Her wiha pirtûka florayê (giyanasîn) nivîsandiye û wê demê navên giya û gulan bi kurdî daniye. Wê heyamê hemû milletan bi erebî nav datînan ser, lê wî bi kurdî san nasîn. Ev helwest û nêzîkbûn jî li gor wê serdemê balkêş tê dîtin.
Navên pirtûk Ebû Henîfe Dînewerî ev in:
– Ensab el-Ekrad (Nesebê Kurdan)
– Kitaba El-Cebr ve’l Mukabele (Kitêba Cebîrê),
– Kitab el-Nebat (Kitêba Nebatan),
– Kitab el-kusuf (Kitêba Xeyrîbûna Rojê),
– Kitab el-Redd ala Rasad el-İsfahani (Valaderxistina Çavdêriyên Astronomik ên El-Îsfahanî)
– Kitab el-Hesab (Kitêba Hesabê),
– Bahs fi Hisab el-Hind (Dahûrîna Hesabê Hindê),
– Kitab el Cem ve’l Tefrik (Kitêba Aritmetîkê),
– Kitap el-Kıble ve’l Zeval (Kitêba Cihê Stêrkan),- Kitab el-Enva (Kitêba Hewayê),
– İslah el-Mantık (Pêşxistina Mantiqê),
– Ahbar el-Tival (Kitêba Giştî),
– Kitab el-Kebir (Kitêba Zanînan),
– Kitab el-Fesaha (Kitêba Retorîkan),
– Kitab el-Buldan (Kitêba Erdnîgariyê),
– Kitab el-Şiir ve’l-Şuara (Kitêba Helbestê û Helbestvanan).
– Dîroka giştî
– Mêş û hingîv