Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê – 1

çawa çêbûye? Teqîna Mezin ango Big-Bang çi ye? li ser çi bingehê ava dibe? Em dê bersiva van pirsan bidin.

Ev rêzenivîs ji naveroka pirtûka min a bi navê Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna jiyanê pêk tê. Ev mijar di pirtûkê de ji aliyê zanistî, mîtolojî û dînî ve hatine pêşkêşkirin. Taybet li gor mîtolojî, çand û dînên ku li Kurdistanê peydabûne û  beş bi beş hatiye nivîsandin.

û cihan

: Berî 13,5 milyar salan dest pê dike (kêmzêde).
Çêbûna elementan (pirtik): Di navbera berî 13,5-4,6 milyar salan.
Çêbûna roj û cîhanê: Berî 4,7 milyar salan.
Çêbûna hîvê: Di navbera berî 4,5-4,6 milyar salan.

Nivîskar: Bedel Boselî, www.bedelboseli.com

Enerjî û enerjiya tiştên tarî

Ev gerdûna em bi alavên pêşketî dibînin, ji milyarê parçeyek jî nîne. Ev rastî nîşanî me dide ku ka çend mezin û bi heybet e. ji enerjiyê ango vejenê pêk tê û em tenê %5’î  vejena heyî dizanin. Ango mirovahiyê agahdarî li ser %95’î enerjiya gerdûnê nîne. Ew enerjiya agahdariya me li ser heye ya stêr, roj, peyk û hwd. e. Enerjiya ku nayê zanîn wekî Eenerjiya Tiştên Tarî hatiye bi navkirin. Ji serê dîrokê heya niha li ser gelek tişt hatine gotin. Lê roja îro ramana zanistî ya piraniya zanyaran  dipejirîne “BIG BANG” e.

Gotina “BIG BANG” bi kurmancî “Teqîna Mezin” e.

Teqîna Mezin (Bigbang)

Beriya vê teoriyê, yeka din hebû ku jêre digotin ‘Modela Gerdûna Rawestî‘ (Static Universe Model). Li gor vê hizra zanistî gerdûn her û her hebû û dê her û her hebe. Ev gerdûn her dem dê wek xwe be; nayê guherîn, firehtir nabe, tengtir nabe.

Sûmerî, Kildanî, Babîlî û ramana gerdûnê

Bi hezaran salan zanyaran hizir dikirin ku gerdûn her hebû, bê pêşî û destpêk  bû. Vê hizrê li Mezopotamyayê ji Sûmerî, Kaldeyî û Babîliyan dest pê kiribû. Zanyaran çavdêrî lê kiribû ku stêr, roj û hîv her sal heman demê li heman cihî radiwestin. Lewma bawer dikirin ku gerdûn her wek xwe ye, nayê veguherîn.

Felsefeya Yewnanê vê hizrê ji Mezopotamyayê werdigre û li Ewropa belav dike. Bi pêşxistina fîlozof Arîsto bi sestem xurt dibe.

Kant û gerdûn

Sedsalên 17’yê û 18’yê di warê ramanî û hizrî de şoreşeşa rewşenbîrî li Ewropa pêk tê. Digel wê şoreşê ev kevnehizra mêjîn nûjen dibe. Bi taybetî zanyarê navdar ê Elmanî Immanuel Kant vê ramana ku dibêje “gerdûn her hebû û dê her hebe” pêş dixe.

Edwin Hubble û Kakêş (Galaksî)

1929’ê li Emrîka, zanyar Edwin Hubble di encama xebatên xwe yên li ser zanista stêrzanîyê (astrolojî) de encameka nû peyda dike. Ew encam li nav zanyaran bi dilxweşî tê erêkirin. Li gor wê encamê gerdûn ne rawestiyayî ye, hemû Kakêş (Galaksî) her ji hev dûr dikevin. Bi taybetî yên bi rengê şîn xuya dikin, bi leza tîrêjan ji me dûr dikevin. Kakêş (Galaksî) be bêserûber in ango ne bê pergal in, xwedî sazûmaniyeke baş û bi serûber in. Qasî ji hev dûrtir dikevin leza dûrketinê pirtir dibe. Ji ber ku her tişt bi hev re ji hev dûr dikevin, teşeyê dîtina wan xera nabe, dê her wek xwe xuya bikin, lê ji hev dûrtir…

Ramana Gerdûna Rawestiyayî

Belê gerdûn her fireh dibe. Heya sala 1965’ê zanyarên xwediyê vê ramanê li gel zanyarên ku hizra Gerdûna Rawestiyayî diparêzin gengeşe kirin. 1965ê êdî hemû zanyar erê dikin ku ramana Teqîna Mezin (Big Bang) teoriya herî baş e.

Gelo delîlên Teqîna Mezin çi ne? Em çawa dizanin tiştek wiha çêbûye? Di beşa 2’yem a vê nivîsarê de em ê vî mijarê ronî bikin.

Şîrove bike; Hizra xwe bêje.