Dîroka jinên Kurdistanê ya leşkerî / JIN – 2

Çanda Kurdistanê ji bo jinan, azadî û edaletê li ser me ferz dike. Em ê bi vê nivîsarê di dîroka Kurdistanê serok û rêberên jin yên Kurdan bibînin. Taybet ji aliyê leşkerî ve rewşa jinên Kurdistanê dê were nirxandin.

Gotarên din: 1- Dîroka şkestina jinê 2- Dîroka leşkerî ya jinê 3- Dînên Kurdistanî û jin

Giringiya jina kurd û plana Tirkiyeyê

Wekî me di nivîsara derheqê jinê ya yekem de (Dîroka Şkestina Jinê) amaje pê kiriye; Bi hezaran sal in, jin li seranserê cîhanê hatine hêsîrkirin. Heya jinên welatekê azad nebûne, ew welat nikare jiyaneke azad û tendirûst bidomîne. Ji ber ku nifşên nû berhemên çanda jina serbilin an jî serşor e…

Nivîskar: Bedel Boselî

Lewma 1926’ê parlementoya Tirkiye ji bo tunekirina Kurdan wiha biryara veşartî dabû: “Çi dema me jina kurd kir Tirk, êdî hemû kurd jî dibin Tirk”.

Nîşanên azadiya jinê çi ne?

Heger em bixwazin bizanin, ka li welatekê jin çend pêşketî an bindest e bila çavkaniya me 5 tişt bin: Siyaset, leşkerî, zanist, ekonomî û qada dînî. Heger jin li welatekê ji van her çaran di sêyan de pêşketî be em dê bikarîn bibêjin li wî welatî cihê jinê ne gelek xirab e. Li ser vê vigehê gava me berê xwe dîroka Kurdistanê em ê jina azad bibînîn.

Jina kurd: Dîrok û qada leşkerî

Li Kurdistanê di goristanên “Şaneder – Zawî Çemî” de hestiyên beriya 12 hezar salan hatine dîtin. Di wan gorên Kurdistaniyan de li rex jinê ve tenê kêrên şerî hene…

Kurd neviyê Hûriyan in. Zanyar û lêkolîner Ghirshman dibêje li nav Hûrriyan beriya 5-6 hezar salan jinan leşkertî dikirin û fermandariya leşkerên mêr jî dikirin.

Berxwedana jinên kurd li hember Împeretoriya Romeyê

Dîrokzanê Yewnanî Plutarch beriya 2 hezar salan nivîsandiye ku jinên Kurd li hemberê Împeretoriya Romeyê şerê berxwedanê kirine. Carekê jî artêşa jinên Kurd ji Wanê diçe şerê Romeyê. Dijminên xwe têk dibin. Lewma generalên Romeyê ji şerma xwe demeke dirêj ji malê dernakevin. Û ev şervaniya jinên Kurd li nav Ewropiyan de wekî destaneyan dihat vegotin.

Dewletên Med, Zîlan û jina kurd

Kurdên Komegene, Anatoliya û Deryaya Reş beriya 2500 salan Împeretoriya Zîlanê avakiribûn. Dema li Mezapotamya û Îranê Împeretoriya Medyayê ava dibe herdu dewletên Kurd artêşa xwe dikin yek. Dîrokzanê Yewnanî Procopius beriya 1500 salan dinivîse ku di nav artêşa Zîlanê de leşkergehên jinan hebûn. Ew jin di şeran de gelek qehreman bûn.

Di artêşa Dewleta Zend de jinên kurd

Heger em berê xwe bidin dewleta Kurdan a mezin û dûmahiyê em dê bibînîn ku dîsa jina Kurd di artêşê de cihekî taybet wê girtiye. Navê vê dewleta kurdan Zend e, avakerê dewletê Kerîmxan Dimeylî bû (Pz. 1750-1794). Efxaniyan jî henekên xwe bi artêşa kurdan dikirin. Ji ber ku şervanên jin di artêşê de hebûn. Lewma fermandarên Afxanî digotin Kurdan: “Yên xwe di bin kirasên jinên xwe ve vedişêrin”.

Nefertîtî û Nefertarî: 2 jinên kurd ên Misr bi rêvebirine

Zanyarê dîrokê Prof. Izady dibêje; “2 jinên kurd, keçên eşîra Sindiyan Nefertîtî û Nefertarî beriya 3500 salan li Misrê dibin pêşkêşê dewletê“. Jixwe, taybet Nefertîtî piştî mirina Firewnî dest danîbû ser rêvberiya dewleta Misrê. Yekem jin bû ku  rêveberî li Misra mêjin kiribû.

Fatma Xan (Kara Fatma)

Beriya 200 salan Fatma Xan (Kara Fatma) wekî berpirsyara artêşa Kurdan li paytextê Osmaniyan tê vexwendin, ser navê Kurdistanê diçe şerî.

3 jinên fermandar ên hember Osmaniyan şer kirine

Her wekî din; Împeretoriya Osmanî dixwazin Kurdan têk bibin, lewma artêşa xwe ya giran dişînin Kurdistanê. Serartêşa Kurdên Hekariyan jin bû. Serokleşkera Eşîra Şîwaniyan jina ku navê wê Mama Nêrgiz bû; Ew jî şerê Osmaniyan dike. Li gel wan herdû serokên jin Seroka Konfederasyona Mîlanê jineka kurd e. Wê jî li hemberê Osmaniyan serhildan pêk anî.

Li hember Rusya û Îranê 2 general jin ên kurd

Ji aliyê din ve Rûsya dixwaze Kurdistanê dagir bike. Wê demê Serokartêşa kurdan Mama Meryem bû. Ew jin hevjîna Şêxê Neqşîbendî Mihemed Sadiq bû.

Her wiha 1928’ê serokeka Kurdan a li Îranê Mama Meryem ji aliyê şahê  Îranê ve tê têk birin. Dîsa 1924’ê seroka Konfederasyona Cafê Adîle Xanim dimire. Nivîsevanê wê E. B. Soanne ji aliyê lehengiyê ve gelek pesnê wê dide.

Zerîfe Xan û Elî Şêr

Her wisa rêberê Kurdên Elewî, Elîşêr û Zarîfe, li hember dagirkeriya Tirkiye digel jina xwe pêşkêşiya şoreşê kiribûn.

Ji xwe heger em niha jî berê xwe bidin Kurdistanê; Şervanên jin dê şehdekiya dîroka me bikin.

Çima li sedsala dawîn jina kurd têk çû

Divê em têbigihîn ku çanda Kurdistanê ya rastîn azadiyê dide jinê. Li van 200 salên dawiyê desthelatiya Mîrên kurdan têk çû. Mîr zana, rewşenbîr û xwedî şiyan bûn. Li şûna wan şêx, mela û axa peyda bûn. Mixabin van kesan nikariyan jiyana Kurdistanê bi kûrahiyeka piralî bi rêve bibin.

Piştî bi dawî anîna Mîrên kurdan dewletên dagirker tenê ne welatê me, hem mejî û rihê me jî dagir kirin. Divê berî her tiştî em rihê xwe azad bikîn. Çand û ramana dagirkeran ji mejiyê xwe derbêxîn. Tenê bi azadkirina axê welat azad nabe. Dema me axa xwe, mejiyê xwe û rihê xwe bi hev re azad kirin em dê bikarin bibêjîn “em û welatê xwe xwedî azadiyeka rasteqîn in.

Gotarên din: 1- Dîroka şkestina jinê 2- Dîroka leşkerî ya jinê 3- Dînên Kurdistanî û jin

Leave A Reply

Your email address will not be published.