Tarama Kategorisi

Kurd

Kurd neteweyeke ku li Rojhilata navîn welatê Kurdistan dijî. Zimanê kurdan kurdî ye. Zaraveyên kurdî ev in: Kurmancî, Soranî, Kirmanckî (Zazakî), Lorî, Hawramî (Lorî)…

Bajarên Kurdan

Bajarên serekî yên kurdan ev in: Diyarbekir, Hewlêr (Erbil), Mahabad (Mehabad), Qamişlo.

Partiyên Kurdan

Partiyên kurdan ev in: PDK, HDP, PKK, YNK, Goran, Newey Nû, Huda Par, PDK-Bakur (PDK-B), PDK-Turkiye (PDK-T), Komala, PAK, PSK, Tevgera Azadi…

Wekatên Kurdistan dagirkirine ev in: Turkiye, Êraq, Îran, Suriye.

Zimanê kurdî, zimaneke ku ji beşa zimanên îranî yê. Zimanên Îranî ji bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ne.

Çend zaravayên kurdî hene; kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, soranî li başûr û rojhilat tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latînî tê nivîsîn û soranî bi tîpên erebî. Piraniya kurdan li seranserî cîhanê bi kurmancî diaxivin.

Koda zimanê Kurdî

Koda ISO 639-1 ya kurdî KU ye. Koda ISO 639-2 ya kurdî KUR e. Koda DIN 2335 ya kurdî KU ye.

Erdnîgarî

Li gorî belavbûna erdnîgarî, zimanê Kurdî ji bilî welatên Ewropa û yên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya xwe yanî li hemî herêmên Kurdistanê tê bikaranîn. Tev li navçeyîbûyînê ji nifşê mirovên vî navçê, gelek gel, ji rojava heta rojhilatê, li gelek welatan zêde û belav bûn. Lewra ye ku zimanê kurdî, yê ku li ser axeke fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê.

Li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî a Şerefname, zaravayên kurdî, eşîret, komên kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin:

Zaraveyên Kurdî

Kurmancî
Lor
Kelhûr
Goran

Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje.

Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Pirraniya kurdên ku kurmancî û zazakî diaxivin li Tirkiyê dijîn.

Ji bilî çend deverên mîna Anatoliyaya Navîn û Qerejdaxê, ku şêxbizinî lê dijîn. Ev jî devoka soranî ye. Tevliheviya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Wek nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr “behdînî” û li rojhilat jî “şikakî” tê gotin.

Her wiha ji bo zaravayê kurmanciya jêrîn jî, “kurmanciya xwarû”, “soranî” tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî “kirdkî”, “kirmanckî”, ” dimilî “, ” dêrsimkî “, ” sobê ” hwd. têne bikaranîn.

Ji bo hewramî jî navê ” goranî ” tê bikaranîn. Wekî ji mînakên jorîn jî xuya dibe, navên ku hemû lêkolîner li ser li hev dikin, navên mîna kurdî, kurmancî, kirmanckî û kirdkî ne. Navên din tev navên herêm û êl û eşîran in.