Tarama Kategorisi

Kurdistan

Kurdistan welatê Kurdan e û li Rojhilata navîn, Parzemîna Asya ye. Zimanê kurdan kurdî ye. Li Kurdistan netewe yên wekî Kurd, Suryanî, Ermenî, Keldanî, Ereb, Turkuman, Turk, Fars jî dijîn.

Bajarên serekî yên kurdan ev in: Diyarbekir, Hewlêr (Erbil), Mahabad (Mehabad), Qamişlo.

Zaraveyên zimanê kurdî ev in: Kurmancî, Soranî, Kirmanckî (Zazakî), Lorî, Hawramî (Lorî)…

Partiyên kurdan ev in: PDK, HDP, PKK, YNK, Goran, Newey Nû, Huda Par, PDK-Bakur (PDK-B), PDK-Turkiye (PDK-T), Komala, PAK, PSK, Tevgera Azadi…

Wekatên Kurdistan dagirkirine ev in: Turkiye, Êraq, Îran, Suriye.

Kurdistan (کوردستان; Dengdani/kʊrdɯstɑːn/), welatekî Rojhilata Navîn e û welatê kurdan e. Welatê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Sûrî, Îraq û Îranê de hatiye perçekirin. Li gor vê perçebûnê beşên Kurdistanê wiha tên binavkirin: Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê.

Dîrok

Nexşaya ke Mahmud Qaşqarî pirtûka Divânu Lügati’t-Türk ta xêz kirî. (11. sedsal) Le ser nexşeda Axa Kurdan (Ard’ul Ekrad) lêkirî yê.

Nexşeya Qaşqariyê bi tirkî, wira da jî navê Kurdistanê bi Kürt Ülkesi lêkirî yê

Rojhilata Navîn (1883). Kerkûk ji aliyê Osmaniyan weke bajarekî Kurdistanê hatiye destnîşankirin.

Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împeratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye.

Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên helen, romî, bîzansî, ereb, farsî û paşiyê jî osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane. Tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê. Mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.

Eger em bixwazin bi avayekî zanistî û li gor datayên şûnwarnasiyê ji dîroka Kurdistanê re binêrin gelek tiştên nû eşkere dibin.

Li gor Projekta Şûnwarnasiya Zagrosa Navendî (CZAP) Kevintirîn cih li rojhilata Kurdistan û Îranê gundê Şîxawa (Sheikh-e Abad)ê ye li parêzgeha Kirmaşanê ku dîroka wî vedigere 9810±60 berî zayîn an 11825±60 sal berî niha.

Lewra dîroka şaristaniyeta Kurdistanê gelek kevintir e ji Împeratoriya Medya û hatina gelên biyanî bo Kurdistanê.

Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand.

Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt.

Ji ber van taybetiyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine.

Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

Erdnîgarî

Welatê kurdan Kurdistan îro welatekî dagirkirî û parçekirî ye. Bi hezaran gundên kurdan hatine şewitandin û bi milyona kurd ji cih û warên wan hatine derxistin, mecbûrî koçberiya derveyî Kurdistanê hatine kirin.

Di van sedsalên dawî de bi armaca bidestxistin û kontrolkirina welat û êlên Kurdan gelek êl ji Kurdistanê hatin durxistin. Li deverên dûrî Kurdistanê hatin bicihkirin. Weke mînak Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên Xoresanê, Kurdên Kafkasyayê û gelekên din.

Di heman demê de bi armaca asîmîlekirina kurdan û dagirkirina cih û warên kurdan gelek êlên ne kurd li Kurdistanê hatin bicihkirin. Wekî erebkirina başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Sedam, Kembera erebî li Rojavayê Kurdistanê di van dehsalên dawî de û bicihkirina bi milyonan tirk û tirkoman li bakurê Kurdistanê.

Ji ber vê rewşê gelek nexşeyên Kurdistanê jî aliyê gelek kes û rêxistinên ne kurd hatin çêkirin û belavkirin, bêgûman heryek bi armancên xwe ên polîtik û şaşagahdarkirina kurdan û raya giştî.

Di gelek ji van nexşeyan da, beşên mezin ji Kurdistanê ji Kurdistanê hatine veqetandin û wiha tê nîşandan kû ne Kurdistanin.

Ji aliyê piraniya rêxistinên kurdan nexşeya Kurdistanê ku li jor hatiye bicihkirin weke rasttirîn nexşe, kû piraniya herêmên kurdan di nav xwe de digrê, tê dîtin.