Şivan Perwer û Şerê Psîkolojî

0

Vê carê serê Şivan Perwerî tam ketiya nav belayê. Mirov nizane bigrî an bikene jî! Wekî jî dibêje: Ya star ya hawar, bêlome be! Neyê serê çi kesê!

Şerê psîkolojîk ê li dijî hûnermendên Kurd berdewam e. Hinek aliyên xêrnexwaz dixwazin hûnermendên kurd hetikber bikin, giranî û şirîniya wan a di nav xelkê de bişkênin. Li van demên dawî şerekî giran ê psîkolojîk li dijî Perwîn Çakar, û Şivan Perwerî tê kirin.

Ev şer bi destê hinek kurdan tê kirin û gelek kurd ji wan xêrnexwazan bawer dikin. Bo hûnermendek kurd a herî nexweş ev e.

Bi xwedê êdî bes e! Divê em nîşanî herkesê bidin ku hûnermendên kurd ne bê xwedî ne. Heger di wextê xwe de em li Yilmaz Guney û Şivan Perwerî xwedî derbiketina. Wan segbavan keys û cisaret li xwe nedidîtin ku êrişî Ahmed Kaya bikin. Hûn dizanin ez çi dibêjim ma ne!?

Malbatên manewî yên kurdan

Vêca em bên ser meseleya xwe. Malbata Şêx Seîdî li hember Şivan Perwerî daxûyaniyeka nivîskî belav kiriye û wiha gotiye: “Em Şivan Perwerê ku ji Şêx Seîdî re gotiye şêx şermezar dikin!”

Malbata Qazî Mihemedî jî gotiye, “Em Şivan Perwerê ku ji Qazî Mihemed re gotiye Qazî şermezar dikin.”

Seyr e ku Sînemxan Bedirxan gelek dijwar axiviye û wiha gotiye: “Şivan Perwerê ji Mîr Bedirxan Beg re gotiye Mîr bila heddê xwe bizane, lêborînê bixwaze û hiş be!”

Henekan nakim ha! Mesele tam ev e! Mijar hinek berfireh û komplîke ye, ango lêlê û loloya wê meseleyê pir e. Lê bi kurt û kurmancî tam ev e.

Hûn van qehramanan dibînin!? Hûnermendên kurd bêxwedî ne ma ne! Lêxin şêrno lêxin!” (Ciwan Haco Lêxin aslanlar lêxin: 00:40)

Welleh welleh, ev kesên di dilê xwe de Şivan Perwerî şermezar dikin, ne fehm kirine ka Şivanî çi gotiye, ne jî dizanin ka çi bo çi şermezar dikin! Ew kesê hewl bide ku Şivan Perwerî şermezar bike li pêş çavê 50 milyon kurdan, xwe bi destê xwe rûreş dibe.

Şivan Perwerî çi gotibû?

di NRT TV‘yê de dibêje, “Seyid Riza seyid bû ango hem rêberê dînî û hem rêberê xelkê bû, Qazi Mihemed hem Qazî bû hem jî rêberê xelkê bû. Mela Mistefa Barzanî hem mela bû hem rêberê xelkê bû û hwd.” Û gelek pesnê wan dide, methê wan jî dike.

Hinek hêzên tarî rabûn malbata Şêx Seîd, Mir Bedirxan Beg û Qazî Mihemedî xapandin, wisa kirin ku li dijî Şivan Perwerî daxûyaniyan bidin.

Binêrin rojnameyekê wiha belav nivêsiye: Ji ber ku şivan Perwerî ji rêberên kurdan re gotiye, “şêx, mela, qazî, seyîd” û bi vê gotinê biçûkkirine malbata Şêx Seîdî şermezar kir.

Li gundê me navê miheleyekê “Mala Miho” ye. Em zarok bûn, rojekê hatin riya me birîn û gotin, “Hûn êdî bêjin miheleya me ‘Mala Miho’ em ê we bikujin”. Me got pe em bêjin çi? “Gotin “Bêjin Mala Mihemed!”

Bira Qazi Mihemed Qazî, Seyîd Riza Seyîd, Mîr Bedirxan Beg Mîr, Şêx Seîd Şêx e! Binêr: Ciwan Haco çi dibêje: “Şêx Seîd şêxê me ye, rêberê welatê me ye.”

Em bi şêx, seyîd, qazî û melayên xwe yên welatparêz serbilind in.

Eslê meseleyê ev e: Şivan Perwerî ji bo parastina xelkê Rojava bangewazî li cîhanê kir û ji kurdan xwest ku bibin yek! Bibin tifaq! Û digel Xelîl Xemgîn, Diyar Dêrsim û gelek hûnermendan ji bo yekitiya kurdan dest bi xebat û bizavê kir. Dijminên kurdan ji van gotin û kirinên Şivan Perwerî aciz bûn. Lewma bi destê sîxûrên xwe malbatên Şêx Seîd, Bedirxan Beg û Qazî Mihemdî xapandin, wisa kirin ku şermezar bikin.

Li hember vê zilmê Şivan Perwerî dixaûyaniyek û derseka baş da: Got, “Min hizra xwe gotiye dibe ku xelet bim jî. Hûn jî hizra xwe bêjin, hewceyî polemîk û rûreşiyan nake!” Bi rastî jî caba wî gelek ciwan bû.

Ne tenê Şivan Perwer, li hember hemû hûnermend, rewşenbîr û nivîskarên kurd ev û qirêj tê meşandin.

hûnermendeka nû ya kurd e. Xanimê ûniversiteyên gelek baş xwendine, hûnermendeka bi perwerde û zana ye. Ziman û keltûra kurdî gelek û gelek baş dizane. Li ûnîversîteyê hûner, edebiyata fransî û şano jî xwendî ye. Stranên kurdî yên klasîk bi şêwaza xwe ya taybet dibêje. Piştî albûma xwe ya yekemîn çap kir li hemberî wê şerê qirêj dan dest pê kirin. Gotin “Tu stranên kurdan ên klasîk dibêjî çi berhemên te nînin”. Yek, mafê her kurdekê ye stranên kurdî yên klasîk bêje û du: Stranên wê yên taybet di albûmê de hene. Lê belê bi vî rengî Rewşan xan gelek aciz kirin.

Perwîn Çakar

Perwîn Çakar (Pervin Chakar) hûnermendeka kurd e ku li Italya soprano ye. Ji ber dengê xwe yê bi hêz li seranserê cîhanê 3 caran xeleta yekemîn wergirtiye. Hinek rabûn 24 saetan şermezar dikirin. Hûn dizanin çi digotin: “Wey tu helbestên Feqiyê Teyran wekî stran dibêjî, tu xwînmêja çanda kurdiyê”. Herê herê! De vêca were vê belayê! Heqê herkesê ye helbestên kurdî wekî stran bêje! Ev ji bo kurdan feyde ye.

Ji bo hûnermendan ya nexweş ev e ku dema hinek xêrnexwaz bêbextiyan dikin gelek kurd pişta xêrnexwazan digrin.

Jixwe em bê dewlet in, taybet li Bakur zimanê me her ku diçe winda dibe. Hûnermendên kurd vî zimanî diparêzin. Ma ne dengbêjên me ziman û çanda me parastin û gihandin îro!

Lewma divê em li hûnermendên xwe xwedî derbikevin. Ew kesên dijminahiya hûnermendên me dikin, bixwe ronahiya çavên me bin divê em wan rûreş û şermezar bikin, hetk û hîlakê wan bibin! Silkê wan spî bikîn!

Girigiya Şivan Perwerî

Jixwe kurd bi xêra ked û hûnera Şivan Perwerî jî îro li Başûr û Rojava xwedî hez û destkeftî ne. Şivan Perwerî bi dengê xwe yê zelal û kurdane em ji xewa giran hişyar kirin. Ew betal û etalên bixwazin Şivan Perwerî şermezar dikin, bi eslê xwe li pêş çavê 50 milyon kurdan xwe rûreş û şermezar dikin.

Êdî bes e! Divê em nîşanî herkesê bidin ku hûnermendên kurd ne bê xwedî ne. Heger di wextê xwe de em li Yilmaz Guney û Şivan Perwerî xwedî derbiketina, wan segbavan keys û cisaret li xwe nedidîtin ku êrişî Ehmed Kayayî bikin. Hûn dizanin ez çi dibêjim ma ne!?

Banga min ji bo Şivan Perwerî jî ev e: Ji ber ku te ji bo Rojava bangî xelkê kurd û cîhanê kir dixwazin te têk bibin û bisekinînin! Ji ber ku tu niha ji bo yekitiya kurdan di nav xebat û bizavan de yî dijminahiya te dikin! Dengê te rêberê me kurdan e. Nesekine bixebite, vexwîne, tovê jînê biçîne! Em kurd dê bigehin heqê xwe!

Bersivekê bidin

E-maila we nîşana xelkê nadîn

en_USEnglish
en_USEnglish